TKP-ML: Em xwedî li berxwedana gelê Mexmûrê derkevin

  • 14:38 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP-ML ji bo xwedîderketina li berxwedana xelkê Mexmûrê bang kir.
 
Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP-ML têkildarî dorpêça dewleta Iraqê ya li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çar salên dawî bi hevkariya dewleta tirk û PDK'ê tecrîd û ambargoyeke giran li ser kampa Mexmûrê heye û hate gotin, "Ev êrîş ne tenê li ser xelkê Mexmûrê ye. Di şexsê gelê Kurd de li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Dewleta tirk a faşîst hewl dide şerê li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bi rêbaza herî qirêj dewam bike. Bi birîna avê, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka bi destê PDK'ê hewl dide ku gelên herêmê bi tîbûn û birçîbûnê terbiye bike. Bi êrîşa li ser pêdiviyên herî bingehîn ên mirovan nîşan dide bê çiqasî zalim e. Hikumeta Iraqê û PDK bi êrîşa li ser kampa Mexmûrê, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka diyariya hilbijartinê didin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Gelê Rojava û Başûr wê serî li ber van êrîşan netewîne.
 
Gelê me yê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê divê li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bêdeng nemîne. Dem ew dem e ku li kêleka berxwedana gelê Mexmûrê cih bigirin."