15 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer

  • 14:37 22 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Li Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” du caran 7 sal û 6 meh bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê hate birîn. 
 
Li Hevşaredara Bismil a Amedê Gulşen Ozer ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û di sala 2016’an de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bû, bi hinceta tevlibûna 39 daxuyanî, çalakî û xwepêşandanên partiya xwe ku ji hêla saziyên din ve hatibûn lidarxistin û tevlibûna çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên di sala 2018’an de, doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê hat lidarxistin. Danişîn li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Gulşen tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Serhat Karaşîn amade bû. Di danişîna berê de dozger xwestibû ku Gulşen 2 caran cuda cuda bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin. Dozger heman mutalaa dubare kir. 
 
'Rast nîne ku muwekîla min ji ber vê yekê were darizandin'
 
Parêzer Serhat Karaşîn jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û wiha got: “Muwekîla min bi tevlibûna 39 çalakî û xwepêşandanan tê tawanbarkirin. Di mutalaayê de ji bo van çalakî û xwepêşandanan nirxandina ‘endamtiya rêxistinê’ tê kirin. Lê ev nirxandin xelet e. Muwekîla min wê demê Hevseroka HDP’a Amedê bû û ne bi nasnameya xwe ya şexsî lê weke rêvebera HDP’ê tev li van çalakî û xwepêşandanan bû. Rast nîne ku muwekîla min ji ber vê yekê were darizandin.” 
 
Daxwaza beratê hat kirin
 
Bi domdarî Serhat got ku muwekîla wî bi heman wesfê tev li çalakî û xwepêşandanên TJA’yê bûye û ev tişt anî ziman: “Ev çalakî û xwepêşandan li ber çapemeniyê hatine kirin. Mimkin nîne ku sûcê endamtiya rêxistinê li pêş çapemeniyê were kirin. Nûçeyên têkildarî çalakiyên muwekîla min tev li bûyî weke ‘bangawaziya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ hatine nirxandin û ev yek li dijî asayiya jinayê ye. Gelo çawa tenê bi nûçeyekê nirxandina ‘fermana rêxistinê’ tê kirin. Daxwaza beraeta muwekîla xwe dikim.” 
 
15 sal cezayê girtîgehê dan 
 
Şandeya dadagehê ji ber tevlibûna çalakiyên di sala 2016’an de ku Ozer Hevseroka HDP’a Amedê bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê û ji ber di sala 2018’an de tevlibûna çalakiyên TJA’yê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê li Gulşen hate birîn. Dadgehê biryar da ku biryara kontrola edlî ya Gulşen bidome.