Li Hezexê jinên qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin

  • 12:42 22 Gulan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafîkê girtin. Jinan gotin:"Zarokên me kengî ji vir derbas bibin wesayit lê dikeve."
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê li xaçerêya nexweşxaneyê heta niha bi dehan qeza çêbûn. Di encama van qezayan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Şeniyên taxê beriya niha bi dehan caran daxwaza serbihûrekî ji rayedarên dewletê kirin, lêbelê ev daxwaza wan her carê bêencam ma. Herî dawî di 15’ê gulanê de li xaçereya nexweşxaneyê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokên bi navê Îsmaîl Temîz (14) û Lokman Temîz (15) gava xwestin derbasî wî aliyê rê bibin wesayîtek li wan qelibî. Her du zarokên ku xizmên hev bûn jiyana xwe ji dest dabûn û ajokarê wesayîtê hatibû binçavkirin. Di 20’ê gulanê de jî zaroka bi navê R.B. (7) li heman derê dema ku dixwest derbasî aliyê din bibe wesayit lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Tedawiya R.B. ku rewşa wê girane li nexweşxaneyeke Êlihê berdewam dike. Jinan jî li dijî van qezayan rê li trafîkê girtin û ev rewş şermezar kirin. 
 
‘Zarokên me kengî ji vir derbas bibin wesayit lê dikeve’ 
 
Ji jinan Esmer Kaya, diyar kir ku ew bi salan e daxwaza serbihurekî dikin lê her tim ev daxwaza wan tê paşguh kirin û wiha axivî: “Heta niha gelek zarokên me birîndar bûne. 400 mal li ser riyê ne lê dibistan tune ye. Riyên me ne çêkirîne. Zarokên me kengî ji vir derbas bibin wesayit lê dikeve. Em nikarin derbasî aliyê din bibin. Em bê xwedî ne.”
 
Dayika zaroka bi navê R.B. a ku çend roj beriya niha wesayitek lê qelibî û niha rewşa wê girane Behice Başkan jî got ku ew naxwazin ku zarokeke din bimre û ji ber we rê girtine. 
 
Polîsên ku hatin cihê çalakiyê hewl dan bi darê zorê jinan li ser cadeyê rakin. Lê tevî hemû zextan jî jinan çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakiya jinan a bi saetan encam girt û Qeymeqamê Hezexê daxwaz kir ku bi jinan re hevditinê bike.