Li Enqereyê operasyona Newrozê: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:11 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de li 5 bajaran polîsan bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê bi ser gelek malan de girtin û 19 kes binçav kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna pîrozbahiya Newrozê ya navenda wê Enqereyê de li 5 bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 19 kes hatin binçavkirin. 
 
Di nava kesên hatine binçavkirin de Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mert Ustundag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Mehmet Ustundag û Kadîr Aytaç hene.
 
Hat ragihandin ku kesên binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hatine kirin.