Iraqê rêya çûn û hatinê jî li ser wargeha Mexmûrê girt

  • 10:43 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Iraq ji 20’ê mehê ve nexweşên giran jî di nav de nahêle tu kes bikeve wargehê û jê derkeve.
 
Ji 20’ê mehê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike. Bi wê re Iraqê rê jî li ser xelkê wargehê girt.
 
Iraq ji 20’ê mehê ve nexweşên giran jî di nav de nahêle tu kes bikeve nava wargehê û derkeve. Zêdetirî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê di wargehê de dijî.
 
Piraniya wan zarok gelek nexweşên giran di wargehê de hene û rojane pêwîstiya wan bi çûna nexweşxaneyê heye. Lê Iraq rê nade kes bikeve wargehê û jê derkeve.
 
Hêjayî gotinê ye PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe bajarên dinên Başûrê Kurdistanê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nikarin biçin nexweşxaneyê. Heya niha ji ber rêgiriyê gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane.