Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

  • 10:14 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛEÇEYAN - Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçkirina wargehê şev û roj dewam dike. Xelkê Mexmûrê konê berxwedanê vedane û duh bi şev jî bi hezaran li çadirên berxwedanê kom bûn û ragihandin ku ew têlkirina wargehê qebûl nakin.
 
Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê di sibeha 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.
 
Hêzên Iraqê heman rojê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bibû.
 
Berxwedan dewam dike
 
Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî dorpêçkirinê 2 roj in, şev û roj dewam dike. Xelkê wargehê bi şev û roj di bin konên berxwedanê de li dijî hewldana têlkirinê li berxwe didin. Xelkê Mexmûrê duh bi şev jî herikîn seytereyê û ragihandin ku ew tu carî qebûl nakin dora wan were têlkirin.
 
Di van kêliyan de jî xelkê Mexmûrê li seytereyê dibin konan de çalakiya xwe didomînin. Hê jî hêzên Artêşa Iraqê li 300 metre durî konê berxwedanê tevî çek, kepçe, û bendên dorpêçê rawestiyane.