'Polîs dixwazin Botanê bikin navenda rageşiyê'

  • 09:02 22 Gulan 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Demeke dirêj e li Şirnex û navçeyên wê her êvarê di nav gel û polîsan de rageşî derdikeve. Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag bal kişand ser zexta li ser gel û destnîşan kir ku tê xwestin li Botanê hawirdorekê pevçûnê bê avakirin.
 
Demeke dirêj e li Şirnex û navçeyên wê di navbera polîs û gel de rageşî derdikevin. Her êvarê li kolanên Cizîr û navçeyên din polîs gaza îsotê diavêjin ser gel û welatî bi êrîşên polîsan ên cur bi cûr re rûbirû dimînein. Bi taybetî jî ev êrîşên ku pêk tên bi pêvajoya hilbijartinê re zêdetir bûne. Hema hema li her taxên navçeyan wesayîtên zirxî digerin. Herî dawî li Silopyayê di encama lêdana wesayîtek zirxî de zarokek 5 salî bi giranî birîndar bû. Derheqê mijarê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag axivî.
 
‘Hawirdorekê pevçûnê tê ava kirin’
 
Sabuha, daxuyand ku bi pêvajoya hilbijartinê re li ser gelê Botanê ji hêla polîsan ve zext teên kirin, aramî kêm dibe û got: “Nêzî 2 meh in em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Ji destpêka pêvajoyê û heta niha li Şirnex û navçeyên wê li ser gel zext heye. Dixazin rageşî derkeve. Em di her xebatên xwe de bi zextên polîsan re rûbirû man. Ji ber ku di xebatên me de tevlîbûn û coşa gel zêde bû. Piştî ku ew tevlîbûna gel hate dîtin zexta polîsan a li ser me jî zêdetir bû. Di her xebatên me de mûdaxeleyên xwe zêde kirin.   Gel êdî nikare li malên xwe bi aramî rûnê. Sedema wan zext û êrîşan çi ye? Çima polîs bi konvoyan li taxan digerin û hawirdorekê pevçûn û rageşiyê ava dikin?  Her şeve li kolanan gaza îsotê diavêjin ser gel û gel ji vê rewşê gelek aciz e. Bi van êrîşan gel sor dikin.  Bertekên gel zêde ne û dixwazin ev êrîş û zext were rawestandin.”
 
‘Wesayîtên zirxî dibin sedema canê mirovan’
 
Sabuha, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna êrîşên bi wesayitên zirxî û got: “Desthîlatdar dibêje em ê aramiyê bînin vî welatî û pirsgirêkên gel çareser bikin lê dijberî wê zext û zordestî tên kirin. Wesayîtên zirxî ku li her taxekê hatine bicîh kirin dibin sedema canê mirovan. Herî dawî li Silopiyê zarokek biçûk di encama lêketina wesayîta zirxî de bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Em gelek caran bûn şahid ku hêjmarek zêde ya zarokên kurd ji ber gerîna wesayîtên zirxî li kolan û taxan jiyana xwe ji dest dane yanî  jî birîndar bûne. Wesayîtên zirxî çima ewqas zêdene û li kolanan digerin? Divê rayedar vê rewşê bibînin. Bi salan e êrîşî gel dikin û zilmê dikin. Em dixwazin pêşîya vê zilm û zextê were girtin. Di hilbijartinê de li Cizîrê hêjmarek zêde dengê xwe dan Partiya Çep a Kesk. Gelo ji ber ku vê tehamul nakin êrîş dikin.”
 
‘Gelê Botanê xwedî li vîna xwe derdikeve’
 
Sabuha, destnîşan kir ku Gelê Botanê tim xwedî li vîna xwe derketiye û got: “Bi taybetî jî li ser Botanê disekinin. Ji ber ku gelê Botanê heta niha xwedî li vîna xwe derketiye û hertim li dijî zilm û zordestiyê li ber xwe daye. Gelê Botanê ji bo xwedî derketina li vîn û berxwedanê rola pêşengtiyê girtiye ser milên xwe. Divê ji vê pêvajoyê şûnde jî vîna gel were qebûlkirin.”
 
Sabuha, wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Ez nerazîbûnên gel tînim ziman.  Em bang dikin ku bila ev zext û zordestiya li ser gel were rawestandin.”