‘Em dest ji parastina edaletê bernadin

  • 14:47 21 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku Naovbeda Edaletê  didomînin gotin, “Me dest ji parastina heqîqet û edaletê bernedaye û em dest jê bernadin. "
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de berdewam kir.
 
Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbat nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dîrok şahid e ku me dev ji parastina heqîqet û edaletê berneda. Em ê dev jê bernedin.”