Cenaze li nexweşxaneyê tên ragirintin

  • 14:45 21 Gulan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di encama pevçûnên li Herêma Bestayê de 3 şervanên HPG/YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda teşhîskirinê ne. 
 
Di 16’ê gulanê de li Herêma Besta ya Şirnexê di navbera artêşa tirk û endamên HPG’ê de pevçûn derket. Di pevçûnan de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin û 5 şervanên HPG/YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku cenazeyên 2 şervanên YJA Starê û yekî HPG’e li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li benda teşhîskirinê ne. Hate diyarkirin ku şervanên YJA Starê ji Amedê û endamê HPG’ê jî ji Rihayê ye. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda malbatan e ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin. 
 
Di 19’ê gulanê de jî cenazeyên endamên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) ji hêla malbatên wan ve hatibûn teşhîskirin û definkirin.