ROJEVA 21'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 21 Gulan 2023
  • Rojev
 
* Tûra duyemîn ji bo jin, ciwan, gel, bawermend û civakan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Dîsa hêla ku tesîrê li encamên hilbijartinê bike çapemeniya azad, muxalîf û alîgir e. Ji bo çapemeniyê niha mesaiyeke dirêj destpê dike. MEDYA KRÎTÎK
 
*  Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ku piştî kurê wê Murat Yildiz hat windakirin şûnde di 1995’an de têkoşîna xwe bir Qada Galatasarayê, 28 sal in têdikoşe. Hanîfeyê diyar kir ku bêdadiyê ew aniye vê qadê û got: “Ez têm binçavkirin, destê min kelepçe dikin. Lê kes nikare dilê min kelepçe bike. Min soz daye kurê xwe ez ê heta dawî têbikoşim.” BI DÎMEN 
 
*Rojnamegera Afgan Nîlofar Ayoubî diyar kir ku jinên Afgan li dijî zextên Talîban bi cesaret û bi biryar in û got: “Lê bi gelek zor û zehmetiyan re tên rû hev. Ji bo guherînek mayînde, hewce bi piştgiriya civakên navneteweyî heye.
 
*Zozan Ozgokçe bertek nîşanê hejmara kêm a parlamenterên jin da û wiha got: “Em nêrîna mêrên ketine meclîsê ya li hember jinan dizanin. Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ya jinan diparêze tune ye.”  BI DÎMEN