Ji hunermendên jin banga sindoqan

  • 22:43 20 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermendên jin diyar kirin ku tura duyemîn a hilbijartinan di navbera ronahî û tarîbûnê de ye û bi gotinên ‘Ya em ê tarîtiyê bi hevre parçe bikin û derkevin ronahiyê an jî em ê bê hilm bimînin’ di roj a28’ê Gulanê de banga ser sindoqan kirin.
 
Di navde rewşenbîr, akademisyen, muzîsyen, lîstikvan, hiqûqnas û hunermend jî hene bi sedan jinî îmze avêtin danezana banga ji bo hilbijartinê ya ji aliyê Tevgera Femînîst a Çep ve hatiye amadekirin.
 
Jinan di danezana sernavê ‘Em li virin, em ê teslîmê tarîtiyê nebin de wiha vegotin: “Welatekî wekhev, azad û laîk mafê me ye û em ê vî welatî bi hevre ava bikin. Haydê!Em bang li hemû jinan dikin ku dawî li rejîma paşverû bînin û denge xwe bidin, xwedî li dengên xwe derkevin.”