Çalakiya Însiyatîfa Malbatên Pirûsê di meha 94’emîn de ye

  • 20:08 20 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL-Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku bi daxwaza edeletê ya ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest çalaki dabûn destpêkirin, di meha 94’emîn de balkişandin ser komkujiyê hat gotin hewl tê dayîn serê komkujiyê bê girtin. Însiyatîfê peyama wê têkoşîna edeletê bidomînin da.
 
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê der barê qetilkirina 33 kesên di komkujiya li Pirûsê ku DAIŞ’ê pêk anî  de her meh çalakiyê pêk tînin û çalakiya 94’emîn li Kadikoyê li Kolana Halîtaga pêk hat. Parlamenterên berê yê HDP’ê Musa Pîroglu, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ciwan tevli bûn.
 
Hevseroka HDP’a Kadikoyê û di heman demê de di komkujiya Pirsûsê de jî birîndar bibû Turkan Koray daxuyanî xwend.
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Tukanê da zanîn ku ji roja komkujî pêk hatiye heta niha têkoşîna edeletê didin û  tevî hemû delil û belgeyan komkujî nehatiye ronîkirin û wiha got: “Hewl didin sere bûyerê bigirin. Komkujiyê ronî nakin. Gumanbar Yakup Şahîn yê ceza girt, têkiliya wî bi kê re heye nayê aşkerakirin. Li malbat û parêzerên me doz tên vekirin. Yên li dijî rastiyan çavên xwe digirin hewl didin lêgerîna me ya edeletê mahkum bikin. Çi dikin bila bikin em ê dest ji têkoşîna xwe ya edeletê bernedin.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya runiştinê bidawî bû.