Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê li qadan e

  • 18:09 20 Gulan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN- Parlamenterên Partiya Çep a Kesk li navçeyan bi gel re hatin gel hev, spasiyên xwe ji bo gel kirin û her wiha ji bo 28’ê Gulanê jî banga çûyîna ser sindoqan kirin.
 
Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeyên Mêrdînê derî bi derî geriyan.  Parlamentgerên  Mêrdînê  yên hatine hilbijartin Salîha Aydenîz li Mehsertê, George Aslan li  Artuklu, Kamuran Tanhan li Kerboran û Berîtan Guneş jî li Şemrexê bi gel re hat gel hev. 
 
Di serdanan de parlamenteran spasiyên xwe ji bo gel kirin û her wiha bang kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. 
 
Welatiyan di serdana parlamenteran de eleqeyek mezin nîşanê parlamenteran dan.