Ji gumanbarê destdirêjiyê Musa Orhan dozek nû

  • 17:28 20 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê lîstîkvan Farah Zeynep Abdullah de bi îdiaya heqaret li tecawizkar çawişê pispor Musa Orhan kiriye, doz hat vekirin. 
 
Der barê lîstikvan Farah Zeynep Abdullah de bi îdiaya heqaret li çawişê pispor Musa Orhan ê li Êlihê destdirêjî li Îper Er kir û bû sedemê kuştina wê , doz hat vekirin. Farah Zeynep li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ragihand ku doz lê hatiye vekirin û zanîn ku Musa Orhan doza tazmînatê lê vekiriye.