Saziyên Şengalê: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye

  • 16:02 20 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê hewldana dorpêçê ya Mexmûrê şermezar kirin û da zanîn ku hewldana li hemberî Mexmûrê jî hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê yên li ser Şengalê ne qut in û gotin: “Em ê li hemberî planan li ber xwe bidin." 
 
Berxwedana xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a li ber hewldana artêşa Iraqê ya ji bo têl û danîna kuleyan a dorî wargehê dewam dike. Bertek û nerazîbûn jî didomin. Derbarê mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê daxuyaniyek dan û piştevaniya xwe ya bi xelkê Mexmûrê re nîşandan.Daxuyanî  li Navenda Şengalê ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn.
 
Sara, diyar kir ku ev hewldanên hikûmeta Iraqê yên li hember Mexmûrê êriş in û van êrişan şermezar dikin û got: "Em wek civaka êzidî û bi taybetî jinên ciwan van êrişa li ser xwe dibînin. Ev planên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ne li hember Şengalê û Mexmûrê tên kirin. Wek tê zanîn bi salaye gelê me yê Mexmûrê tekoşînek bê hempa dide meşandin û liber xwe daye. Hikumeta Iraqê jî wê nikaribe bi van planên xwe yên qirêj îradeya gelê Mexmûrê bişkîne.
 
Ev êrîşên li ser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qut in. Hewil didin çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bikin, li ser herêmên gerîla êriş dikin û gelê Mexmûrê dikin dorpêçê de, ev planên li dijî îradeya azad a gelan e. Bila dijmin baş zanibe ku ew ê nikaribin vê  berxwedaniyê bişkînin û gel bê îrade bikin. Ji ber ku li ser vê xeta berxwedaniyê me bi hezaran şehîd dane. Em dibînin bi dehan caran Wargeha Mexmûrê ku li ser axa Iraqê ye ji aliyê dewleta Tirk a dagîrker ve hatiye hedefgirtin û bi balefiran hatiye bombebarankirin. Ji şûna ku Iraq li himber van êrîşa bibe xwedî helwest, pilanên dagirkeran ên dorpêçê pêk tîne.”
 
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Dayê Wethê axivî û got: “Em wek gelê Şengalê kengê rastî êrîşa hatibin gelê Mexmûrê beriya herkesê li me xwedî deketiye û piştgiriya me kiriye. Em jî piştgiriya xwe a bi gelê xwe yê Mexmûrê re didin diyarkirin û dibêjin gelê Mexmûrê ne bi tenê ye. Gelê Mexmûrê ji ber zilmê  koçberî Iraqê bûye, eva niha li himber gelê Mexmûrê tê kirin ne edaletiye û lazime ev plan bên sekinandin. Ev pilanên dorpêçkirinê hemwextin bi êrişên li ser Şengalê re. Ji bo ev plan pêk neyên em ê heya dawî li ber xwe bidin.”