Komeleya Birca Belek li ser zimanê kurdî panel li dar xist

  • 15:12 20 Gulan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li komeleya xwe li ser girîngiya ziman û têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê panelek li dar xist.
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li komeleya xwe panelek li dar xist. Parlementerên Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Ayşegul Dogan, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, Tevger Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER û gelek kes beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê ji aliyê rêveberiya komeleyê Zamanhan Sariyildiz ve hate kirin. Wek panelist jî mamosteyê komeleyê Cahît Akil û aktîvîsta TJA’ê Zozan Aksoy beşdar bûn.
 
Pankartên bi “Zimanê me rûmeta me ye”, “Em perwerdehiya zimanê xwe dixwazin, çand û zimanê me giyana me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên wekî “Ez kurd im, perwerdehiya bi kurdî dixwazim”, “Ziman bê perwerdehî nabe” û “Ez bi kurdî dijîm” hate wergirtin.
 
‘Ziman şoreş e’
 
Ewilî mamosteyê Komeleyê Cahît Akil axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û got: “ Ziman nasname û hebûn e. Ziman ji bo gelekî şoreşek e. Lewra li ser ziman têkoşînek mezin heye. Mafê zimanê zikmakî mafê bingehîn e û hewce ye ku her gel vî mafê xwe bi kar bîne. Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevnar û qedîm e. Dewlemendiya zimanê Kurdî ji aliyê cîhanê ve tê nasîn. Her çiqas li ser zimanê me bisekinin jî em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin û têbikoşin. Yê ku zimanê xwe winda bike, nasname û hebûna xwe jî winda dike. Lewra ziman ji bo me her tişt e.”
 
‘Em rê nedin polîtîkayên bişaftinê’
 
Dûvre li ser mijara bişaftina li ser zimanê Kurdî aktîvîsta TJA’ê Zozan Aksoy axivî û got: “Peyva bişaftinê di eslê xwe de helandin û dûrxistina ji xwezayê wê ye. Gava tiştek hat bişaftin ji rastî û xwezaya xwe dûr dikeve. Polîtîkayên bişaftinê bi destpêkirina komara Tirkiyeyê ve hîn zêde dest pê kir û hîn kûrtir bû. Polîtîkayên bişaftinê jî bi taybetî li ser jinên ciwanan pêş dixin. Ji ber ku jin bingeha civakê ye. Lewra di aliyê bişaftinê de zêdetir jin tên hedefgirtin. Divê em rê nedin van polîtîkayan û li her qadê xwedî li zimanê xwe derbikevin û berpirsyariyên xwe pêk bînin.”
 
‘Gelê Kurd bi qirkirina çandî ve rûbirû ne’
 
Herî dawî jî parlementera Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal jî axivî û destnîşan kir ku ji polîtîkayên bişaftinê ve pêvetir Gelê Kurd îro bi qirkirina çandî ve rûbirû ye. Newroz, got: “Êrîş û zextên li ser ziman li her qadê xwe nîşan dide. Ne tenê li Bakur îro li her parçeyên Kurdîstanê û li Dîasporayê Gelê Kurd bi polîtîtayên bişaftinê û qirkirina çandî rûbirû ne.”
 
Panel bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.