Leşkerên Iraqê êrişî şêniyên Mexmûrê kirin

  • 14:58 20 Gulan 2023
  • Rojane
MEXMÛR - Xelkê Mexmûrê dijî leşkerên Iraqê ku dixwestin li dora wargehê kuleyên xwe danin, derketin. Leşkeran êrişê xelkê kirin û ciwanek birîndar bû.
 
Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike.
 
Leşkerên Iraqê xwestin li dora wargehê kuleyên leşkerî danin û têl bikin. Lê xelkê wargehê hemberî vê rabû. Leşkerên Iraqê êrişî xelkê kirin û di encamê de ciwanek birîndar bû.
 
Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî hewldana dorpêçkirinê heya niha dewam dike. Artêşa Iraqê jî hê jî hêzên xwe ji dora wargehê nebirine û dixwazin wargehê têl bikin.