Li Rojhilat û Îranê gel li dijî darvekirinan li kolanan bû

  • 09:55 20 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên 4 girtiyên ku ji bo înfazê sewqî Girtîgeha Qezalhasarê hatin kirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li gelek bajaran gel daketin qadan.
 
Welatiyên ku li gelek bajaran bi taybet li Îsfehan, Tehran, Kerec, Zahîdan û Meşhedê daketin qadan bi dirûşmên “Bimre dîktator”, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Em ê feqîrî û buhabûnê bin bixin”, “Bimre îdamê”, “Bimre Xamineyî” bi vêxistina agir li kolanan çalakî li dar xist.
 
Herî kêm 4 girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şahab Gravand, Semad Gravand û Huseyîn Gravand ji bo bên îdamkirin sewqî Girtîgeha Qezalhasar a bajarê Karazê hatin kirin. Tê payîn ku girtiyên di hucreyên yek kesî de dê bên îdamkirin.
 
Piştî malbatan hîn bûn ku girtî ji bo înfazê hatine şandin, hatin pêşiya girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.