‘Jinan ji hilbijartinê re pêşengtî kir’

  • 09:04 20 Gulan 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a navçeya Cizîrê Firdevs Poyraz, destnîşan kir ku bi pêşengtiya jinê ya di xebatên hilbijartinê de encam girtine û got serdestan winda kir û ew bi ser ketine.
 
Partiya Çep a Kesk, li gor encamên nefermî yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bi rêjeya ji sedî 9,33 li 23 bajaran 62 parlamenter bi dest xistine. Partiya Çep a Kesk dîsa li Meclisê bû partiya sêyemîn. Li Şirnexê di encama hilbijartinê de ji Partiya Çep a Kesk 3 parlementer hatin derxistin.  Derket holê ku di hilbijartinê de li gelek bajaran dengên ji bo Partiya Çep a Kesk ji aliyê Portala PartiyênSiyasî (SÎPPORT) ya girêdayê YSK’ê ve di serî de ji MHP’ê û pêkhateyên tifaqa Cumhur re hatine nivîsin. Derheqê bûyerê de gelek gilî û îtîraz hatin kirin.  
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ya Cizîrê derheqê encama hilbijartinê û nelêrîtiya dengan de axivî.
 
‘Gel piştevaniyek mezin dide partiya Çep a Kesk’
 
Firdevs, daxuyand ku hilbijartin bi dizî û hîleyan  bi encam bû û wiha axivî: “Gelê Kurd bi giştî dengên xwe da Partiya Çep a Kesk lê di hilbijartinê de wekî her carê dizî û hîle hatin kirin. Gelek dengên me ji MHP û partiyên din re hatin nivisîn. Ji bo vê mijarê îtîrazên me berdewam dikin û em daxwaznameyên xwe dişînin. Gel piştevaniyek mezin da Partiya Çep a Kesk û ji bo hilbijartinê seferberiyek hebû. Gelek kesî bi dildarî di xebatên hilbijartinê de cih girtin û ji bo ewlehiya sindoqan hewildanek mezin çêbû. Ji kesên ciwan bigire heta kesên temen mezin di hilbijartinê de li qadê bûn û li ser sandoqan bûn.”
 
‘Roja hilbijartinê polîsan dibistan dopêç kirin’
 
Fîrdevsê, behsa roja hilbijartinê ya li Şirnexê kir û got: “Em roja hilbijartinê li dibistanan digeriyan lê me dît ku di hilbijartinê de li dibistanan  gelek astengî hatin dexistin û zext hatin kirin.  Polîsan dibistan dorpêç kirin û bi vê yekê zext li ser gel jî meşandin. Li hûndirê dibistanan  polîs bi çekên xwe digeriya. Di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê partiyên din de gelek lîstik hatin kirin. Di hişê gel de tevlîhevî çêkirin û ji ber vê gelek deng îptal bûn. Ruxmî van hemû binpêkirin û zextan me 3 parlementer derxistin.”
 
‘Em ê îtîrazên xwe berdewam bikin’
 
Firdevs, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hilbijartin di hawêreke bêhiqûqî û li dijî demokrasiye pêk hat û got: “Ji bo her sendoqekê me gelek kes pêywirdar kiribû. Bi qasî ku ji destê me hat ewlehiya sandoqan me kir lê belê dîsa jî dizî hat kirin. Li her bajarekî bi vê rêbazê binpêkirin hatin kirin. Em van pêkanînên li dijî hiqûqê qebûl nakin û şermezar dikin.  Hilbijartin dijdemokratîk hat kirin. Lê belê em ê xwedî li dengên xwe derbikevin û vê talankirin û diziyê derxînîn hol. Hem dengên ji bo parlementeriyê hem jî dengên ji bo serokkomariyê hatin dizîn. Heke ew dizî çênebûya encama hilbijartin wê gelek cuda bûya.”
 
‘Pêşengtiya jinê encam girt’
 
Firdevsê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna derxistina parlementerên jin û got: “Xebatên me bi pêşengtiya jinê hatin meşandin û encama hilbijartinê jinan diyar kir. Partiya ku herî zêde parlementerên jin derxist partiya me bû. Bajarê me bi ser ket. Wan qezenc nekir me qezenc kir.”