Ji Hêzên Demokrasî û Kedê banga seferberiyê

  • 20:15 19 Gulan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo 28'ê Gulanê banga  seferberiyê kirin û diyar kirin bêyî hêvî bê windakirin di van 10 rojan de dikarin dawî li vê taritiyê bînin. 
 
Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo tura duyemin a hilbijartinên serkomariyê banga ewlehiya sindiqan kir. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hat dayîn. Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratik a Gelan (HDP),  Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêxistinên civakî tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê Îzmîrê yê KESK’ê Necîp Vardal daxuyanî xwend.
 
‘Erdogan di tura ewil de winda kir’
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku yek ji hilbijartinên herî girîng a dîroka komarê li pey xwe hiştine û got: “Divê neye jibîkririn ku serokomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan  di tura yekemîn de winda kiriye. Me hîna winda nekiriye. Li pêş me tura duyemîn ya ku bê qezenckirinê heye.”
 
Necîp di daxuyaniyê de balkişand ser ewlehiya sindoqan û bi lêv kir ku divê bi rêxistinek baş ewlehiya sindoqan bê girtin, ji şaşiyên hatine girtin dersan derbixin û xetek têkoşînê esas bê girtin, rêxistinbûn bê xurtkirin. Neçîp bi lêv kir ku dem dema tevgerê ye û divê hemû alî bibin yek, bikevin tevgerê.
 
Neçîp dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jin, ciwan, kedkar, karker, bindest û gelan kir ku birihê seferberiyê hêviyê mezin bikin û got wan ev hilbijratin winda  nekirine û niha dema serkeftinê ye.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.