Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike

  • 16:36 19 Gulan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hate hînbûn ku hestiyê kemaxê yê zaroka ku maşîneya zirxî li Silopiyayê lê dabû şikestiye û li dijî xetereya xwînbûyîna hundirîn li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye. 
 
Di 16’ê gulanê de li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiya ya Şirnexê zaroka 5 salî Y.Y. dema li pêşiya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê dabû. Li ser banga welatiyan, ambulans hatibû cihê bûyerê û Y.Y. rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li gel giranbûna rewşa Y.Y. ew sewqî nexweşxaneyeke taybet a Xarpêtê kiribûn.
 
Malbata Y.Y.'yê ku em pê re axivîn, diyar kir ku hestiyê wê yê kemaxê şikestiye û bijişkan ew li dijî xetereya xwînbûyîna hundirîn di bin çavdêriyê de ye. Malbatê diyar kir ku rewşa Y.Y’yê ne xeternak e û da zanîn ku li bendê zaroka wan roja duşemê ji nexweşxaneyê bê derxistin.