Malbata Şenyaşar: Em bi bêdengiyê nebin hevkarê zilmê

  • 16:34 19 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Guhertina hikumet û rêveberên bêedalet wezîfeyeke însanî ye. Em bi bêdengiyê nebin hevkarê zilmê.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 788’emîn de berdewam dike. 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê derket û hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta xwe domand. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tev li nobetê nebû. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya ‘heq û edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 788’emîn de berdewam dike. Guhertina hikumet û rêveberên bêedalet wezîfeyeke însanî ye. Em bi bêdengiyê nebin hevkarê zilmê.”