Sebahat Tuncel: Vekişînî îxaneta li heberî gelan û jina ye

  • 14:39 19 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE - Sebahat Tuncel ji girtîgeha ku lê bû peyamek şand û got, "Divê neyê jibîrkirin ku qebûlkirina rewşa heyeî û vekişîn ji bo gelên me û jinan îxanet e."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya di 28'ê Gulanê de bê kirin peyamek şand. Sebahat di peyama xwe de destnîşan kir ku 14'ê Gulanê destpêk e, ne dawî ye.
 
Sebahat di peyama ku şand de ev tişt anî ziman:
 
“Silav bi berxwedan û têkoşînê; Me got 14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêk e. Ligel hin kêmasiyan jî ez di wê baweriyê de me ku me ev destpêk xurt kir. Me ji faşîzmê re got raweste. Êdî dem dema paşdexistina faşîzmê ye. Hîn tiştek neqediyaye. Têkoşîna me berdewam dike. Divê em ji bîr nekin ku qebûlkirina rewşa heyî û vekişandin xiyaneta li hemberî gelên me û jina ye. Helwesteke pasîf teslîmbûna ji faşîzmê re ye. Berxwedan û têkoşîn me ber bi serkeftinê ve dibe. 
 
Werin em di 28’ê Gulanê de faşîzmê têxin sindoqan da ku bi çepa Kesk re jiyanê ji nû ve biafirînin û hêviya gelên xwe pêk bînin.
 
Girtîgeha Jinan a Sîncanê
Sebahat Tuncel”