Berrîn Sonmez: Gel pergala ucube erê nekir

  • 09:05 19 Gulan 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Nivîskar femînîst Berrîn Sonmez diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gel pergala ucube erê nekiriye û ji bo demokrasî pêk bê divê di tura duyem de Tayyîp Erdogan biguhere û got girtina vê navbera dengan ne bê derfete.”
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li şûna parlamentoyek demokratîk, tabloyek faşîst û paşverû derket holê û bi vê re destkeftiyên jinan zêdetir ketin xetereyê.  Partiyên ku bi taybet ji parlamenterên jin bêpar ketin meclîsê di pêvajoya hilbijartinê de  propagandayên ku jinê û destkeftiyên jinê tune dihesibînin kirin û ketin meclîsê ev wek pirsgirêkek mezin niha li pêş me ye. Lê di tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê de Kemal Kiliçdaroglu li dijî AKP’ê biserkeve wê ev ji bo jinan baştir be. Ji ber vê divê jin ligel namzet Kemal Kiliçdaroglu helwesta xwe nîşan bide. Divê di tura duyemîn de jin tercîha xwe baş bikin.
Dildara Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) û nivîskar femînîst  Berrîn Sonmez der barê mijarê de axivî.
 
Kampanyayên hilbijartinê
 
Berrînê diyar kir ku div ê atmosfera hilbijartinê de rewşa ku jin tê de ne zêde ne başe û got tevî ku bi dehan carî di hemû kadroyan de nûneriya wekhev anîne ziman, ev biryarên di peymanan de cih girtine jî pêk nehatine. Berrînê wiha got: “Di pêvajoy ahilbijartinê de bi taybet tifaqa Cumhur bi Yenîden Refah re protol kir û di vê protkololê de xalên ku jin hedef digirt hebûn. Ev protokoleke ku dixwaze hemû destkeftiyên jinan û wekheviya jinan ji holê rabe ye.Ji têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan bigirin heta Qanûna Medenê di gelek xalan de kolên ‘malbat’ hatiye bikaranîn û dixwaze her tişt ji serdestiya mêr re bê tesîskirin.Huda Par jî behsa xwedîderketina li jinên tenê dijî dike û ji xwendina zarokên keç bigirin heta temenê zewacê her tiştî dijberî jinê kiribû danezana hilbijartinê. Di kampanyayên hilbijartinê de jiyana jinan, mafê jinan, LTGBTÎ hedef hatin nişandan.”
 
‘Yên ji Rojhilata Navîn hatin mafê hilbijartinê qezenc kirin’
 
Berrînê di berdewaniyê de destnîşan kirin ku çavkaniyên cemawerî ji bo kampanya hilbijartinê hatiye bikaranîn û got: “Pêvajoyek hilbijartinê ya demokratîk nehat jiyîn. Desthilatdariyê sînorên pergala xwe bezand û rêbaz nas nekir. Pirsgirêk bi lîsteyên hilbijêran destpê kir. Dema lîste hat amadekirin hinek guherîn hatin kirin û bi welatîbûnên bi pereyan hatin girtin, gelek kesên Tirkiyeyê nas nakin mafê hilbijartinê qezenc kirin.Ev ne îtîraza li dijî hebûna penaberan bû. Guherînek li dijî guhertina aliyê siyasî yê civakî bû. Îtîraz ji vê re ye.”
 
‘Tevî hemû xîleyan desthilatdarî bi ser neket’
 
Berrînê daxuyakirin ku ji bilî lîsteyên hilbijêran jî gelek pirsgirêkên cidî di girtekan de derketine holê û serokên sindoqan yên bi çewalên dengan winda bûn jî hebûne. Berrînê wiha domand: “Di vê pêvajoya hilbijartinê ya  ne demokratîk de hemû hiqûq hat binpêkirin. Bi binpêkirina hiqûqê jî sînor neman serî li xîleyan dan. Muharrem Erkek da zanîn di 7 hezar û 94 sindoqî de bi girtekên îmzeya şil di asta anîna gel hev de cudahî hebûne. Ev rewşeke ku bandor li ewlehiya sindoqan dike ye.Desthilatdariyê manîpulasyon heta dawî bikaranîn. Vîdeoyên sexte li qadên mîtîngê nîşanê gel da. Lê tevî van xîleyan dîsa jî biser neket. Gel pergala ucube erê nekir. Ev gelek zelal bû. Di tura duyemîn de ferqa dengan dikare bê girtin û ev ne bêderfete.”
 
‘Demokrasî bi awayekî fîîlî bê jiyankirin’
 
Berrînê axaftina xwe wiha domand: “ Di vê tura duyemîn de em dizanin ku divê deng ji bo Kiliçdaroglu bên dayîn. Ger ku Erdogan dîsa bê hilbijartin Tirkiye wê bikeve pêşerojeke zehmet ya ku vegera wê tune.Lê ger ku Kemal Kiliçdaroglu bê hilbijartin wê bi awayekî fîîlî demokrasî bê jiyîn. Îhtîmal heye û divê em bikevin pey vê îhtîmalê.”
 
‘Potansiyela jinan  di lîsteyan de xuya nekir’
 
Berrînê destnîşan kir ku wek jin bi salane ji bo bibin hêza rêber a di siyasete de têkoşînek girseyî dane û wiha bi lêv kir: “Ji avakirina tifaqa millet bigirin, heta helwesta demokratîk a navbera vê tifaq û HDP’ê de jin gelek bi bandor bûn.Ji 2020’an şûnde ji bo xurbûna parlamentoyê em xebitîn û piştî me ev got salek şûnde tifaqa Mîllet hat avakirin. Li aliyê din jî me pêşnûme qanûna ku guherîna di cil û bergên jinan pêşniyar dikir da sekinandin.  Di alî agahdarkirina mfê jinan de EŞÎK’ê pir ked da.
 
Rola nûneriya wekhev a di pergala hevserokatiyê de derket holê
 
Divê em Partiya Çep a Kesk ya kevneşopiya HDP’ê dubare dike û TÎP’ ê jî cuda nekir. Van partiya di lîsteyên xwe de rêjeyên nêzî wekheviya jinê derxistin lê cudahiyek heye; TÎP’ê ji sedî 49 cih dabû jinê. Lê dema mirov li rêza wan dinêrin gelek diketin. Partiya Çep a Kesk di rêzên bi hevseng ku jin dikaribûn bihata hilbijartin bicih kirin. Rola nûneriya wekhev di pergala hevserokatiyê de derket holê. HDP’ê ev bi ser xist. Niha yekane riya ji bo destkeftiyên jinan, xebateke hevpar a parlamenterên jine. Divê jin li meclîsê bi awayekî hevpar bixebitin û xesarê daxînin asta herî kêm.”