ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 19 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar ku rewşa wê her diçe girantir dibe û gelek nexweşiyên wê hene Resîmiya Acar diyar kir ku keça wê ne tedawî dikin û ne jî berdidin. DÎMEN HEYE 
 
*“Wate li her qada jiyanê hatibû nexşkirin. Dayê Mercan bi kevn bersiva pirs ‘Çima cilên spî li xwe dikî’ da. ‘Ji ber em jê hez dikin’. Hemû tiştên dikirin ji ber jê hez dikirin, pêk dianîn. Tiştên jê hez nekin, nakin. Jiyana ji hezkirinê qut, ji wan dûr bû. Wan bi hezkirinê her tişt watedar dikir.” NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Têkildarî mijara zewaca di temenê biçûk de Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Elîf Hesen Berdevaka Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê Xezal Şêxmus bal kişandin ser girîngiya perwerde û kampanyayên dane destpêkirin û wiha got:"Bi saya perwerde û kampanyayên ji aliyê Kongreya Star û Mala Jinê ve tên meşandin niha zewaca di temenê zarokatiyê de kêm bûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî awayî xebatên me dewam dikin." DÎMEN HEYE 
 
*Nivîskar femînîst Berrîn Sonmez diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gel pergala ucube erê nekiriye û ji bo demokrasî pêk bê divê di tura duyem de Tayyîp Erdogan biguhere û got girtina vê navbera dengan ne bê derfete.” BI DÎMEN