Ji kujerê Hêlîn Şen re daxwaza cezayê wekî xelatê

  • 16:09 18 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Derbarê polîsê bi navê Abdullah Ercan ku zaroka 12 salî Hêlîşen qetilkir de mutala hat amadekirin û di mutalayê de ji "Sucê kuştina bi zanebûn" tenê ji 2 salan heta 6 salan ji kujer re ceza hat xwestin.  
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di heyama qedexeya derketina derve de 12’ê cotmeha 2015’an Hêlîn Hasret Şen a ku li gel dayika xwe diçû nan bikire hat kuştin. Polîs Abdullah Ercan ji wesayîta zirxî ya bi navê kobra gule li Hêlîn Hasretê reşandinbû. Derbarê Abdullah Ercan de ji sûcê “kuştina bi zanebûn" doz hatibû vekirin. 
 
Danişîna doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Malbata Şen, parêzerên wan Abdullah Zeytûn, Yakup Guven, Huriye Hamîdî, Mehmet Emîn Gun, Omer Sansarkan tev li danişînê bûn. Bersûc polîs Abdullah Ercan ji cihê ku lê polîs e bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) li gel parêzerê xwe beşdarî danişînê hat kirin. 
 
Mekamê îdiayê ango dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û di mutalaya xwe de bal dikişîne ser hûrguliyên bûyer çawa pêk hatiye. Dozger di mutalayê de dibêje ku polîs bûye sedema kuştina bi zanebûn û xwst bersûc di navbera 2 û 6 salan de bê cezakirin. 
 
Edalet xwetin
 
Dayik û bavê Hêlînê, Nazmiye Şen û Ekrem Şen diyar kirin ku ew dixwazin doz were biencamkirin û gotin, “Em edaletê dixwazin.” 
 
'Parastina bersûc e'
 
Parêzer Abdullah Zeytûn diyar kir ku mutalaya dozger li ser parastina bersûc hatiye amadekirin û destnîşan kir ku Hêlîn Şen bûye hedefa polîs û hatiye kuştin. Abdulah Zeytûn xwest bersûc polîs bê girtin. Abdullah Zeytûn xwest ji bo ew bikaribin li dijî mutalayê parastinê bikin divê dema zêde bo wan bê dayîn. Her wiha parêzerênn din jî parastin kirin û xwestin bersûc bê girtin.
 
'Ferman bi cih aniyê' 
 
Parêzerê bersûc Alper Ûgûrlû jî diyar kir ku miwekîlê wî li gorî fermana jê re çûye tevgeriyaye û ferman bi cih aniye û daxwaza beraeta bersûc kir. 
  
Bersûcê ku bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû jî îdia kirk u ew ji ber bûyerê xemgîn e û ne bi guleya sîleha xwe bi guleya sîleha wesayîta zirxî Hêlîn Şen hatiye kuştin. Bersûc îdia kir ku şer qewimî ye û wî jî gulebaran kiriye û xwest bê beraetkirin. 
 
Daxwaz red kirin 
 
Dadger da zanîn ku hemû delîl hatine berhevkirin, gumana reva bersûc nîne û daxwaza girtina bersûc û daxwazên din ên parêzeran red kir. Dadger biryar da ji ber ku bersûc li Mereşê li kesekî daye sûc kiriye û ji bo wan ewraqan dê li bendê bisekinin û danişîn taloqî 19’ê cotmehê kir.