Dibistanên Mexmûrê ket betlaneya dawiyê ya sala xwendinê

  • 12:12 18 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, îro bi hezaran xwedevan bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya dawiya sala xwendinê.
 
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendevanên ji pênc dibistanên dayîkê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistana amadeyî, bi dawîbûna sala 2022-2023’yan a sala xwendinê bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe girtin. Li dibistana Şehîd Salih Kendal merasîma dayîna karnameyan bi kombûna hemû xwendevanan, bi xwendina sîruda neteweyî dest pê kir. Piştre xwendevanên ku di refên xwe de pileya yekemîntiyê girtibûn yek bi yek navê wan hatin xwedin û hatin xelatkirin.
 
Her wiha piştî wê xwendevan ketin refên xwe, beriya ku karnameyên xwe bigirin mamosteyên wan têkildarî kêm û kurtiyên dersan a sala borî axivîn û da diyarkirin ku ji bo sererastkirina dersên ku tê de kêm mane pêwîstî bi hîn zêdetir bi xebitinê heye. Piştî wê karnameyên xwendevanan hatin dayîn.