‘Ev întîxar polîtîk e’

  • 19:02 17 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Tora Parastina Jinan, Kubra Ergun ya ku întixar lê hat ferzkirin li rawestgeha Yenîkapi a Marmray bi kulîlkan bibîr anîn û wiha gotin: “Ev întîxar polîtîke, cinayete. Ev întîxar ji ber kesên ku deshtilatdariyê diparêzin pêk hatiye.”
 
Kubra Ergun ya ji ber  krîza aboarî û polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê întîxar kir, ji aliyê Tora Piştevaniya Jinan ve hat bibîranîn û jinan kulîlk danîn Rawestgeha Yenîkapi a Marmaray. 
 
Jinan tevî hemû astengiyan kulîlk danîn û wiha got: “Ev kulîlk ji bo Kubra ya întîxar kiriye. Ji bo jinên dixwazin hesab bipirsin, em van kulîlkdan ji bo ciwaniya xwe ya ku hatiye dizîn datînin. Em tu car dest ji hêviya welatekî demokratîk bernadin. Ev tarîtî me hemûyan difetisîne. Ev întîxarek polîtîke, ev cinayete. Ev ne întîxara ewil e, ev pirsgirêka şexsî nîne. Ev întîxar ji ber kesên ku desthilatdariya ku hîna dengan didize pêk hatiye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”