Li Enqereyê jinek hat qetilkirin

  • 18:08 17 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE- Li navçeya Mamak a Enqereyê mêrekî jina bi navê Songul Şaşirmaz bi îşkencê qetil kir.
 
Songul Şaşirmaz ku di erdhêjê de ji Meletiyê bi du xwişk û birayên xwe re hat Enqreyê û li Mamakê bicih bûn, ji aliyê birayekî xwe ve bi îşkencê hat qetilkirin.
 
Gumanbar piştre hewl da bireve lê şêniyên taxê pêşî lê girtin û linç kirin. Polîs hat cihê bûyerê û gumanbar binçav kir.
 
Li gorî agahiyên hatin girtin Songul ji aliyê mêr ve tundiya sistematik didît. Şêniyên taxê ku her tim bertek nîşan didan gelek caran li polîs geriyan lê polîs der barê gumanbar de tiştek nekirin û jin nekirin bin parastinê. 
 
Li aliyê din hat diyar kirin ku Songul beriya  bê qetilkirin ji şaneşînê alîkarî xwestiye lê ne polîs ne jî kesek din alîkarî dayê.