Colemêrgê serî netewand: 3 parlamenter derxist

  • 18:25 16 Gulan 2023
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk hemû senaryoyên AKP’ê yên li Colemêrgê vala derxist û bi dengên ji dervê welat hatin ji sedî 62.47 deng girt û 3 parlamenter derxist.
 
Li Colemêgê Partiya Çep a Kesk 95 hezar û 684 deng yanî ji sedî 62,47 deng girt. AKP’ê jî ji 31 hezar û 537 yanî ji sedî 20,59 û CHP’ê jî 11 hezar û 86 deng yanî ji sedÎ 7.24 deng girt. Partiya Çep a Kesk bi vê encamê sê parlamenter şandin meclîsê.