Colemêrgê serî netewand: 3 parlamenter derxist 2023-05-16 18:25:42   COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk hemû senaryoyên AKP’ê yên li Colemêrgê vala derxist û bi dengên ji dervê welat hatin ji sedî 62.47 deng girt û 3 parlamenter derxist.   Li Colemêgê Partiya Çep a Kesk 95 hezar û 684 deng yanî ji sedî 62,47 deng girt. AKP’ê jî ji 31 hezar û 537 yanî ji sedî 20,59 û CHP’ê jî 11 hezar û 86 deng yanî ji sedÎ 7.24 deng girt. Partiya Çep a Kesk bi vê encamê sê parlamenter şandin meclîsê.