Li dijî komployê berxwedana dîrokî (6)

  • 09:04 1 Cotmeh 2024
  • Dosya
Kampamyayên li dora 'çembera ji agir' hatin lidarxistin 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derê cîhanê çalakî dewam dikin. Îro jî yên ku berxwedana ji çembera agir girtine ser xwe, armanc dikin ku careke din tarîtiya komployê ji holê rakin.
 
Piştî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anîna wî ya Tirkiyeyê, li Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê çalakî tên lidarxistin. Rêxistinên mafên mirovan û tevgera Kurd bi taybetî ji ber ku di navbera salên 2011 û 2019'an de Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk neaniye, ev hevdîtin hatiye astengkirin, ev reş rexne kirine. Her wiha bang li hikûmetê dikin ku di zûtirîn demê de gavekê bavêje.
 
Ji ber komployê roj bi roj li dijî kûrkirina tecrîdê kampanya hatin destpêkirin.
 
Kampanya ji Ocalan re azadî
 
Bi taybetî li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" hat destpêkirin. Her wiha çalakvanan bal kişand ser girtiyên ku di bin tecrîda girankirî de ne.
 
Nêzî 3 milyon îmze hatin komkirin
 
Piştî kampanyaya ji Ocalan re Azadî, li Ewropa û Tirkiyeyê kampanyayên mezin ên îmzeyan hatin organîzekirin. Bi taybetî Kurdên dîaspora û alîgirên wê zext li Parlamentoya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kirin û banga piştgirîkirina van kampanyayan kirin. Ji bo Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin berhevkirin, ji saziyên navneteweyî re hatin şandin.
 
Serlêdanên ji bo biçin Îmraliyê
 
Ji bo berfirehkirina kampanyayê, Kurdistanî û dostên wan civîn û meş li dar xistin. Di dema ku çalakiyên hişyariyê hatin kirin, kampanyayên piştgiriya hiqûqî yên navneteweyî jî dest pê kirin. Hiqûqnasên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ku diyar kirin ku Abdullah Ocalan li Ewropa û Rojhilata Navîn bi binpêkirina mafên mirovan rû bi rû dimîne, ji bo piştgiriyê bidin Rêberê PKK'ê gelek însiyatîfên hiqûqî ketin meriyetê. Ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 756 parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin, ji 22 welatan 350 parêzer jî beşdarî kampanyayê bûn. Rêxistinên sivîl ên wekî HDP û DBP’ê jî li dijî vê serlêdana ku bi parêzeran re sînordar nîne ev serlêdan kirin.
 
Jiyana wî bû pirtûkek xêzeroman
 
Ji ber ku ji serlêdanan re bersiv nehat dayîn, têkoşîna siyasî ya Abdullah Ocalan a li Ewropa û Rojhilata Navîn weke belgefîlm hat weşandin, jiyana wî jî bû pirtûkek çîrokan. Van kampanyayan di raya giştî de cîh girt.
 
Grevên birçîbûnê…
 
Komploya li dijî Abdullah Ocalan bi tecrîdê girantir bû, dema ku salname 7’ê Mijdara 2018’an nîşan da Hevseroka KCD’ê û Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ragihand ku ji  bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û vekirina rê ya li ber siyaseta demokratîk wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Piştî vê daxuyaniya Leyla Guven gelek siyasetmedar û girtiyan ji bo piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Li hemberî grevên birçîbûnê dewletê gav neavêt, Zulkuf Gezen ê di 17'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Tekîrdagê girtî bû, li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Piştî Zulkuf Gezen, Zehra Saglam a li Girtîgeha Otlu ya Erziromê di 24’ê Adarê de, Medya Çinar a li Girtîgeha Mêrdînê di 24’ê Adarê de û herî dawî jî di 9’ê Adarê de Yonca Akici ya li Şakranê ji bo tecrîd bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anîn. 
 
Rêberê PKK'ê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di peyama ku bi parêzerên xwe re di 22'ê Gulana 2019'an de şandibû û gotibû hûn gihaştin armcanca xwe. Grevên birçîbûnê di roja 200’î de bi dawî bûn.
 
Meşên dirêj
 
Piştî peyama Abdullah Ocalan a greva birçîbûnê, tecrîda girankirî berdewam kir, kampanyayên li dijî Rêberê PKK'ê jî zêde bûn. Li qada navneteweyî dîsa kampanya îmzeyan hatin destpêkirin, zextên li ser Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û DMME'yê jî zêde bûn. Ne tenê bi vê yekê, gelê Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê meşên "Ji Ocalan re Azadî" li dar xistin. Ev meşên ku ne tenê li Ewropayê bûn, ji Rojava û hemû cîhanê belav bûn.
 
Meşa têkoşîna demokratîk
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” pêvajoyeke nû destpê kir, ji aliyê endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve meş û çalakî hatin lidarxistin. Ji Edîrne û Colemêrgê bi dirûşmeya “Meşa Têkoşîna Demokratîk” meşeke ji du baskan pêk hat. Parlamenterên ku gelek caran armanca meşê anîn ziman, banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya lezgîn a pirsgirêka Kurd kirin.
 
Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne…
 
Dema ku li Kurdistanê ji cihekî meş dihatin lidarxistin, malbatan li ber girtîgehan li ser pirsgirêk û tecrîda li ser girtiyan çalakî li dar dixistin. Malbatên ku di nobetê de bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê, piştre çûn Enqereyê û heta Wezareta Edaletê meşiyan. Malbatên ku hewl didin dengê xwe ji Kurdistan û Tirkiyeyê derbixin bang kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd demildest gav bên avêtin.
 
Meşa azadiyê ya mezin
 
Dema ku dîrokên 2023-2024'an nîşan dan, kampanyayên ku hatin destpêkirin zêdetir deng vedan. Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê û çareseriya pirsgirêka Kurd “Meşa Mezin a Azadiyê” da destpêkirin. Meşê di 1'ê Sibatê de dest pê kir heta 15'ê Sibatê dewam kir. Tevî sermayê jî girse gund bi gund, navçe bi navçe li seranserê Kurdistanê geriyan û armancên xwe ji raya giştî re vegotin. Girseyê her ku çû civînên gel pêk anî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd kûrtir kiriye.
 
Xwendinên azadiyê, banga xelatgirên Nobelê
 
Piştî meşê di çarçoveya heman kampanyayê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî civînên gel û "xwendina azadiyê" hatin destpêkirin. Girseya gel li bajar û gundan li hev civiya û parastina Rêberê PKK'ê xwend û xwest tecrîd bê rakirin. Li gel ku kampanya li gund û bajaran berdewam dike, li çar aliyê cîhanê zêdetirî 1500 parêzer ji bo Îmraliyê bang kirin. 69 xelatgirên Nobelê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
 
Mîtînga azadiyê
 
Li aliyê din di 13’ê Cotmehê de dîsa di salvegera komployê de bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl wê li Amedê mîtînga “Azadî” bê lidarxistin. Di mîtîngê de mijara sereke ya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan be, tê payîn ku daxwazên gelê Kurd û pirsgirêkên li herêmê jî bên rojevê.