Namzetên Partiya Çep a Kesk li ser sindoqan e

  • 10:37 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
AMED - Bi çarçoveya karê bikaranîna dengan a saet di 8.00'an de dest pê kir de namzetên parlamenteriyê çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê serê sibehê saet di 8.00'an de bikaranîna dengan dest pê kir. Li Amedê serê sibehê namzetên Partiya Çep a Kesk çûn dibistanên dengê wan lê û dengê xwe bi kar anîn. 
 
Sorgul Aytek li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Licê, Halide Turkoglu li Dibistana Seretayî ya Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê, Sevilay Çelenk li Dibistana Amadehiyê ya Anadoluyê ya Ziya Gokalp, Adalet Kaya li Dibistana Navîn a Îmam Hatîpê ya Namik Kemal, Ceylan Akça jî li Dibistana Seretayî ya Namik Kemal dengê xwe bi kar anî.