Namzetên Partiya Çep a Kesk li ser sindoqan e 2023-05-14 10:37:20   AMED - Bi çarçoveya karê bikaranîna dengan a saet di 8.00'an de dest pê kir de namzetên parlamenteriyê çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê serê sibehê saet di 8.00'an de bikaranîna dengan dest pê kir. Li Amedê serê sibehê namzetên Partiya Çep a Kesk çûn dibistanên dengê wan lê û dengê xwe bi kar anîn.    Sorgul Aytek li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Licê, Halide Turkoglu li Dibistana Seretayî ya Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê, Sevilay Çelenk li Dibistana Amadehiyê ya Anadoluyê ya Ziya Gokalp, Adalet Kaya li Dibistana Navîn a Îmam Hatîpê ya Namik Kemal, Ceylan Akça jî li Dibistana Seretayî ya Namik Kemal dengê xwe bi kar anî.