Doza malbata Şenyaşar hat taloqkirin

  • 16:00 12 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
MELETÎ - Di doza qirkirina malabta Şenyaşar de, derbarê kiryarên qirkirina malbatê û kiryar Fadil Şenyaşar de biryara ku rewşa wan ya girtî dewam bike hat dayîn û daneşîn hat taloqkirin.
 
Rûniştina doza qirkirina malbata Şenyaşar ku ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat kirin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin.
 
Heyeta dadgehê piştî parastin û îfadeyan ji bo biryarê navber da. Heyetê bi hinceta "gumana tund a sûc" ji bo Fadil Şenyaşar û kiryar Enver Yildiz, ji bo bersûcan Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta "delîl kom nekirine" biryara berdewamkirina girtinê da.
 
Dadgehê danişîn taloqî 18'ê Tîrmehê kir.