Doza malbata Şenyaşar hat taloqkirin 2023-05-12 16:00:43     MELETÎ - Di doza qirkirina malabta Şenyaşar de, derbarê kiryarên qirkirina malbatê û kiryar Fadil Şenyaşar de biryara ku rewşa wan ya girtî dewam bike hat dayîn û daneşîn hat taloqkirin.   Rûniştina doza qirkirina malbata Şenyaşar ku ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat kirin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin.   Heyeta dadgehê piştî parastin û îfadeyan ji bo biryarê navber da. Heyetê bi hinceta "gumana tund a sûc" ji bo Fadil Şenyaşar û kiryar Enver Yildiz, ji bo bersûcan Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta "delîl kom nekirine" biryara berdewamkirina girtinê da.   Dadgehê danişîn taloqî 18'ê Tîrmehê kir.