Partiya Çep a Kesk çû serdana Komeleya Erzînganiyan

  • 14:25 12 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Serdanên Partiya Çep a Kesk û xebatên wê yên di çarçoveya hilbijartinê de dewam dikin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, di serdana Komeleya Erzînganiyan de got:"Di serdema nû de wê AKP winda bike em ê bi ser bikevin."
 
Serdanên Partiya Çep a Kesk û xebatên wê yên di çarçoveya hilbijartinê de dewam dikin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk çû serdana Komeleya Erzînganiyan.
 
Çigdema ewil mafê axaftinê girt wiha got:"Ji bo zext û nebaşiyên AKP'ê bi dawî bibin me wekî Partiya Çep a Kesk rêyeke nû ava kir. Em bawer in ew ê demokrasî bê avakirin. Di serdema nû de wê AKP winda bike em ê bi ser bikevin. Di vê rêyê de rêhevaltiya we girîng e. Ger hûn hebin em ê ji niha de bi ser bikevin."
 
Em ji bo hilbijartinê amade ne
 
Piştre Namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina wiha got:"Em hemû ji bo roja yekşemê amade ne. Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu û dawiyê li AKP'ê bînin. Divê em bi gelek nûnertiyan li parlamentoyê bin. Partiya ku wê CHP'ê azad bike dîsa Partiya Çep a Kesk e."
 
Serdan bi pirs-bersiv û axaftinan bi dawî bû.