Partiya Çep a Kesk çû serdana Komeleya Erzînganiyan 2023-05-12 14:25:57     STENBOL - Serdanên Partiya Çep a Kesk û xebatên wê yên di çarçoveya hilbijartinê de dewam dikin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, di serdana Komeleya Erzînganiyan de got:"Di serdema nû de wê AKP winda bike em ê bi ser bikevin."   Serdanên Partiya Çep a Kesk û xebatên wê yên di çarçoveya hilbijartinê de dewam dikin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk çû serdana Komeleya Erzînganiyan.   Çigdema ewil mafê axaftinê girt wiha got:"Ji bo zext û nebaşiyên AKP'ê bi dawî bibin me wekî Partiya Çep a Kesk rêyeke nû ava kir. Em bawer in ew ê demokrasî bê avakirin. Di serdema nû de wê AKP winda bike em ê bi ser bikevin. Di vê rêyê de rêhevaltiya we girîng e. Ger hûn hebin em ê ji niha de bi ser bikevin."   Em ji bo hilbijartinê amade ne   Piştre Namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina wiha got:"Em hemû ji bo roja yekşemê amade ne. Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu û dawiyê li AKP'ê bînin. Divê em bi gelek nûnertiyan li parlamentoyê bin. Partiya ku wê CHP'ê azad bike dîsa Partiya Çep a Kesk e."   Serdan bi pirs-bersiv û axaftinan bi dawî bû.