Ayla Akat Ata: Navnîşana hêviyê Partiya Çep a Kesk e

  • 16:27 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedar û aktîvîsta girtî Ayla Akat Ata di peyama ku ji bo hilbijartinan şand de got, “Partiya Çep a Kesk bi hêza ku wê bîne meclîsê wê bibe navnîşana hêviyê. Jin jiyan azadî."
 
Siyasetmedar û aktîvîsta Kurd Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, bi wesîleya Hilbijartina Serokomariyê ya 14'ê Gulanê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28'an peyamek şand.
 
Ayla di peyama xwe de wiha got:
 
“Welat ji dîroka komarê û vir de di rewşa herî xirab de ye. Di 14’ê Gulanê de hilbijartin tê kirin. Erka me ye ku em biguherînin. Ji kesên ku bawer dikin jin û mêr nabin yek; kesên ku dibêjin 'Derketina ji Peymana Stenbolê ne bes e, divê qanûna bi hejmara 6284'an jî bê rakirin',  yên ku dibêjin 'Hûn nîvê civakê ne, lê hûn nikarin bibin parçeyek jiyana civakî, kesên ku azadiya me asteng dikin re gotina me û hêza meya ku em biguherin heye.
 
Em bêdeng namînin, natirsin, guh nadin. Dem hat, ez ji hemû hevalên xwe yên namzet re di hilbijartinê de serkeftinê dixwazim. Partiya Çep a Kesk bi hêza ku wê bîne meclîsê wê bibe navnîşana hêviyê. Jin jiyan azadi."