Li Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng hat lidarxistin

  • 15:31 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya gel li Kobanê kom bû da ku beşdarî mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk bibe.
 
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mîtînga li Qada Şehîd Egîd a Kobanê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyeyê de bûn. Mîtîng bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo garantiya demokrasî û îstîqrara herêmê ye" hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan, alên Partiya Çepên Kesek hildan.
 
Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê (PYD) Nesre Xelîl axivî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Nesre diyar kir ku şêniyên herêma Firatê piştgiriya xwe ji şêniyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re di hilbijartinên li Tirkiyeyê de nîşan da û wiha pê de çû: "Dengê xwe bidin vê partiyê, ji ber ku di 2014'an de bi şêniyên Kobanê re sekinî."
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Heza Mihemed jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan li dijî şikandina qeydên li ser gelan tê koşiya û projeya wî ya siyasî derbeya li dijî planên destpotan e, ji lew re komployek li dijî wî pêk anîn. Ji erka me jî ew ji bo wî tê bikoşin." Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho wiha got: "Bê serokê jiyan nabe. Ji ber wî, piştî çewisandina nasnameya me, em ji tarîtiyê derxistin. Ji lew re dê dengvedana me ya banga azadiya wî ya fîzîkî bigihîne asîmanan."
 
Mîtîng bi stranên şoreşgerî û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Ev mîtîng di çarçoveya rêzeçalakiyên li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate lidarxistin. Duh jî li Qamişoyê û 9'ê Gulanê li Şehbayê hatibûn lidarxistin.