Delegasyona Îmraliyê bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê re civiya

  • 14:30 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 25 meh zêdetir agahî jê nayê girtin, yekemîn serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê zext li Ewropayê bê kirin ku biryarên navneteweyî yên der barê Rêberê PKK'ê de cih bigire.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê, ku ji 3 kesên ji 3 welatên cuda pêk tê, ji antropolog û parlamenteran pêk tê, li dijî tecrîdê hatin cem hev. Heyet wê di navbera 11-12'yê Gulanê de li Stenbolê bi siyasetmedar, saziyên sivîl û saziyên hiqûqî re rêze hevdîtinan pêk bîne.
 
Delegasyon serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Delegasyon ji hêla Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Di hevdîtinê de parêzer bal kişandin ser bêhiqûqiya ku li Îmraliyê pêk tê û dan zanîn ku 24 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîtîkayeke tecrîdê tê meşandin. Parêzeran di hevdîtinê de da zanîn ku tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê li tu deverê cîhanê mînaka wê nîne û gotin: "Dema mijar dibe Abdullah Ocalan hiqûqê ji holê radikin. Ji ber vê sedemê jî serdanên we girîng in. 2 sal jortir e bi tu awayî ji Rêberê PKK'ê agahî nagirin. Merê carekî em diçin Mudanyayê. Li vir buroya îrtîbatê heye. Ji bo muvekkîlên xwe em pirtûk û kovar dibin. Em li vir jî pirsa wan dikin lê agahî nadin. 30 rojname û kovar bi mehane kom dikin û dişînin. Lê em nizanin ku ev pirtûk û rojname tên dayîn. Her hefteyê malbat, wasî û parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, her wiha ji bo vê hefteyê jî me serlêdan kir, lê em dizanin ku dîsa daxwaza me dê bê redkirin. 
 
Tişta ku xeter hewldana keyfî ne. Muvekîlê me mirovek ne ji rêzê ye û kesekî siyasî ye. Ev tenê ne fikra me ye, ji bo Gelê Kurd rêber e û kesayetekî siyasî ye. Salên borî di şert û mercên giran de 2 caran kamponyayên îmzeyan hatin destpêkirin. Ligel, zext, zordarî, binçavkirin û girtinan 6 milyon îmze hatin komkirin û gotin 'Birêz Ocalan vîna me ye' Piştre jî 10 milyon îmze hat kom kirin û radestî Konseya Ewropayê hatin kirin.
 
Di rewşeke wisa de dizanin em agahî ji Birêz Ocalan nagirin, lê dîsa jî dikin amûra siyasetê. Siyaset û hikûmet agahiyên hevdîtin pêk hatiye ditin. Lê divê bê zanîn ku heta ku Birêz Ocalan nebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Heke li dijî Birêz Ocalan hewldanek bê nîşandan dizanin ku dê dengê kurdan windabikin. 25 meh beriya niha dema muvekîlê me bi birayê xwe de hevdîtin pêk anî daxwaza hevdîtina parêzeran kir, her wiha hevdîtina telefonê jî di niviyê de qût bû. 
 
Em ê di hilbijartinê de piştevaniya Kemal Kiliçdarogluyê bikin. Hikûmet dibêje heke muxalefet qezenç bike dê 'Abdullah Ocalan bê berdan'. Muxalefet jî dibejê heke hikûmet hevdîtinê pêk tîne. Li dij hiqûqê û li dij ehleqê argumanan diafirînin. Kesek ji Birêz Ocalan napirse. Abdullah Ocalan wek amûreke siyasî û çek tê bikaranîn."
 
Parêzerên Abdullah Ocalan derbarê serlêdan û hevdîtinên navneteweyî de agahî dan û destnîşankirin ku divê zext li Ewropayê bê kirin ku biryarên navneteweyî yên der barê Rêberê PKK'ê de cih bigire.
 
Delegasyon piştî hevdîtin qediya ji buroyê veqetiyan.