Li Efrînê carek din tecawizî zarokekê kirin

  • 13:45 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Kongreya Star li dijî êrîşên li Efrînê yên ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve daxuyaniyek da û du bûyerên herî dawî yên derbarê tecawizkirina zarokan de bi daxuyaniyekê şermezar kirin. 
 
Kiryarên dijmirovî yên dewleta Turk li Efrînê berdewam dikin.  Di nava hefteyekê de du bûyerên tecawîzkirina zarokan ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve  pêk hatin.  Di 8 ê gulanê de tecawizî zaroka 10 salî hat kirin û di 11 gulanê dîsa zarokek 14 e salî bû hedefa van koman û tecawizî wê kirin. Buyera 11 gulanê ji aliyê çeteyê bi navê Selah Qasêm ve  hat kirin. Tecawiza ku hat dubarekirin bû sedema nerazîbûnan.
 
 Li dijî  vê bûyerê îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Heleb ji aliyê Kongreya Star ve daxuyaniyek hat dayîn, Daxuyanî li qada pekrewanan a ku dikeve milê xerbî ya taxê ji aliyê Arîn Henan ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
  
"Di serî de em rehma xwe li hemû şehîdên ku di rêya parastina xakê de şer  kirin û jiyana xwe ji dest dan dikin û bi rêzdarî bi bîr tînin.  Tecawiza ewil, Fetih el-Qesr Ehmed Memdûh  ve zarokek 10 salî hat tecawîzkirin û îro jî zarokek 14 salî ji aliyê çeteyê bi navê Selah Qasêm ve hat tecawîz kirin.  Ev kiryar ne sûcê yekem in ku li dijî zarok û jinan li Efrînê tê kirin. Em van bûyeran bi tundî şermezar dikin."