Partiya Çep a Kesk û HDP ji bo ewlehiya hilbijartinê amade ne

  • 13:00 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê û Partiya Çep a Kesk derbarê hilbijartinê de daxuyaniyek dan û gotin: "“Li dijî hîleyên ku di hilbijartinê de werin kirin, me hemû tedbîr girtine. Divê gelê me jî hevrêyên me yên wezîfedar û muşahîd ên hatine erkdar kirin bi tenê nehêlin.”
 
Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê û Partiya Çep a Kesk, derbarê hilbijartina 14'ê Gulanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser parastina sindoqan.
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: 
 
“Wê yek ji hilbijartinên herî girîng di dîroka Tirkiyeyê de pêk bê. Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re ku bi mehan e em li ser dixebitin 3 roj mane. Heta kêliya dawî em ê bi coş û moraleke mezin xebatên xwe bi heman biryardariyê bimeşînin. Di vê çarçoveyê de; Navenda me ya Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ku di nav de Hevserok, Hevberdevk, Endamên MYK’ê û rêveberên partiyê pêk tê, hate avakirin.
 
Tevî êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hemû derfetên dewletê ji bo xebatên hilbijartinê bi kar anî, me xebateke hilbijartinê ya gelekî serkeftî û berhemdar meşand. Bi piştgirî, ked û hewldana gelên me re bêyî tu astengî, destgîrkirin, zext û girtinan nas bikin, bi mehan e em xebatên hilbijartinê kolan bi kolan, gund bi gund dimeşînin. Haya me ji fikarên raya giştî heye ku desthilatdarî dê serî li hîle û lîstikên hilbijartinê bide. Tevî hîleyên desthilatdariya AKP- MHP’ê em ê ewlehiya hilbijartinê pêk bînin. Li dijî hemû provokasyonên desthilatdariyê yên awarte ya ku pêş bikevin, bi baldarî û aqilekî selîm em ê sindoqên xwe terk nekin û biparêzin. Em ê destûr nedin ku dengek me jî bê dizîn ango vala biçe.
 
Hemû hîleyên hilbijartinê yên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên kirin, ji aliyê partiya me ve hatine nirxandin û tedbîrên pêwîst hatine girtin. Di roja hilbijartinê de hemû desteyên partiyên pêkhate û tifaqa me, rêveberiyên bajar û navçeyan û zêdeyî 100 hezar dildarên partiyê wê sindoq û dengên me biparêzin. Ji bilî dildaran zêdetirî 3 hezar parêzerên ku dê midaxele û îtîrazên pêwîst li dijî nelirêtiyê bikin û dê bi wezîfedarên sindoqên me re bixebitin.
 
Di hilbijartinên dîrokî de em bang li gelê xwe dikin ku beriya hilbijartinê û di roja hilbijartinê de li hemberî her cure operasyonên feraset û manîpulasyonên têkildarî medya desthilatdar û hikûmetê hişyar bin. Divê gelê me di vê mijarê de daxuyaniyên Navenda Koordînasyona me ya li dijî encamên manîpulatîf ên desthilatdariyê û çapemeniya wê, esas bigire.
 
Ji bo parastina her dengekî piştgiriya gelê me girîng e. Pêwîste gelê me mîna tevahî erkdar û çavdêr kar bikin û hevrêyên xwe yên hatine erkdarkirin bi tenê nehêle. Bi vê hişmendiyê em dibêjin ‘Em ê bi hev re biguherînin’. Em ji we re serkeftinê dixwazin.”