Malbata Şenyaşar banga tevlîbûna danişînê kir

  • 12:02 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 780 roj in didome. Malbata Şenyaşar ji bo danişîna doza ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021'ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin berdewam dike. Piştî komkujiyê dosyaya “kargehê” hate xerakirin û bi biryarekê bi dosyaya “nexweşxaneyê” re kirin yek. Danişîna ewil a dosyayê wê sibê bê dîtin. 
 
Emîne Şenyaşar a 780 roj in têkoşîna xwe ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne îro ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî çalakiyê nebû. 
 
Ferît Şenyaşar ê ku çalakiyê didomîne îro ev peyam parvekir: "5 sal in edalet pêk nehatiye û 5 sal in têkoşînek heye, 5 sal in zilmek heye û 5 sal in 20 dozger û 4 dadger ên dozê hatin guhertin. Sibê dîsa danişîna me heye. Dosyaya kargeh û nexweşxanê kirin yek. Niha Tirkiye dizane ku daraz di destê îktîdara serdest de ye. Dozger û dadger jî rastiyê dizanin lê ji ber ku ketine destê îktîdarê tiştên ku pewist nakin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî danişînê bibin."
 
Danişîna ewil wê sibê saet 09.30’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.