Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye

  • 10:15 11 Gulan 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku hat Stenbolê, dê di navbera 11-12'yê gulanê de têkildarî tecrîdê û geşedanên li welêt serdana gelek saziyan bike. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Hewldanên li dijî vê tecrîda mutleq li qada netewî û navneteweyî didomin. 
 
"Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê" ku ji 3 kesên ji 3 welatên cuda pêk tê, ji antropolog û parlamenteran pêk tê, li dijî tecrîdê hatin cem hev.  Heyet wê di navbera 11-12'yê Gulanê de li Stenbolê bi siyasetmedar, saziyên sivîl û saziyên hiqûqî re rêze hevdîtinan pêk bîne.
 
Heyeta ku ji 1 antropolog û 2 parlementeran pêk tê, Cîgira Seroka Koma Çep a Konseya Ewropayê Laura Castel, Endamê Rûmetê yê Meclîsa Parlamenteran Ogmundur Jonasson û Profesorê Sosyolojî û Antropolojiyê, Girtîgeha Tîpa H a Îrlandayê ya Zanîngeha Teksasê, Girtîgehên Tîpa F ên Tirkiyeyê û Pisporê Girtîgehên Supermax ên DY Denis O'Hearn dê amade bin. Navnîşana ewil a heyeta ku dê 2 rojan serdana 6 sazî û rêxistinan bike, wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê be. 
 
Her wiha siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnamevan jî di nav de ji 7 welatan Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesan pêk dihat, di navbera 24-29'ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê hevdîtin bi partiyên siyasî, baroyan û rêxistinên civaka sîvîl re kiribû. Delegasyonê, piştî hevdîtinan têkildarî tecrîda li Îmraliyê raporek amade kiribû bi raya giştî re parve kiribû.