Porê Leyla Qasim êdî bû ala serhildana 'Jin jiyan azadî'

  • 09:07 11 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Leyla Qasim ku di têkoşîna azadiya jinên kurd de bû sembol, 49 sal derbas bûn. Pora Leyla ya ku beriya kuştina wê digot, "Dema ez bimirim xemgîn nebin, bila ji keziyên min al çêkin" niha jî bûye ala serhildana "Jin jiyan azadî" ya ku ji Rojhilat heta Rojava belav bûye cîhanê. 
 
Bê guman bi hezaran jin di mezinbûna têkoşîna jina kurd de keda wan heye. Lê di nav van de yên ku bi berxwedan û têkoşîna xwe nemir bûne, piştî salan jî her tim cihê xwe di bîranîn û stranên zimanan de diparêzin. Leyla Qasim bi helwesta xwe yek ji jinên ku nayên jibîrkirin e. Leyla Qasim a li Iraqê li dijî faşîzma Seddam Huseyîn li ber xwe da, hem di dîroka têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd û hem jî di dîroka jinên kurd de cih digire. Navê wê dibe sembol, porê wê jî dibe al... Ew ala niha di destê jinên Rojhilat de ye…
 
Leyla Qasim di sala 1952'yan de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz de çavê xwe li cîhanê vedike. Malbatê zarokên xwe di nava feqiriyê de mezin kirin. Tevî ku malbateke xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî malbat ji ber xizaniyê di sala 1958'an de koçî Bexdayê bûn. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî Gelê Kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin. Jixwe her tim jinên têkoşer bûn ên ku hedef dihatin girtin. Leylayê jî ji ber serî netewand bû hedef.
 
Li ser bindestiya kurdan disekine
 
Di sala 1972'yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata BAAS'ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Di salên xwendinê de hîn zêdetir ser bindestiya welatê xwe lêhurbûn dike. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewl didin ji bo şiyarbûna Gelê Kurd çalakiyên bi bandor bikin. Dema ku li Paytexta Iraqê beşa civaknasiyê dixwend hîn zêdetir ser rastiya civakan û bindestiya kurdan disekine.
 
'Ez canê xwe feda dikim'
 
Di 1974'an de Rêjîma BAAS'ê li dijî Gelê Kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdadê derxistin. Rêjîma Iraqê Bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelê Kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand, di 24'ê Nîsana 1974'an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû cureyên îşkenceyên mezin lê hat kirin. Li gorî daneyan Leylayê piştî ku di bin çavdêriya îstîxbarata dewletê de bûye jî bi wêrekî bersiva pirsên karbidestên dewletê daye û di dadgehê de li rûyê dadgerê BAAS'î bi dengekî bilind wiha gotiye: "Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd wê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim."
 
Tayek ji porê xwe qut kir
 
Di serdana yekemîn a malbata Leylayê de, Leyla cilûbergên kurdî û meqes ji wan dixwaze. Ji bo cilûbergên kurdî jî dibêje: “Piştî çend rojan ez ê bibim bûka Kurdistanê, ji ber vê yekê dixwazim ku ax min bi hemû bedewbûna xwe hembêz bike.” Dema biryara darvekirina Leyla tê dayîn hêj 22 salî bû û agahiya darvekirina wê ji malbatê re nehatibû dayîn. Lê dayika Leyla çend roj berê bi navekî cuda û li ser dîtina girtiyeke din diçe girtîgehê û keça xwe dibîne. Di hevdîtina kurt de Leyla vê wasiyetê li dayika xwe dike:
 
Saddam çawa dîn û har bû
 
“Dayika min a delal; xeman nexwe, ez mirova dozê me. Ji bo gelê kurd û Kurdistanê şer dikim. Duh Sedam û hinek kesên din hatin gel min. Wisa difikirin ku dê min bixapînin û dev ji doza xwe berdim. Ji bo dev ji doza xwe berdim madiyatekê pêşniyar kirin. Lê bele min van tiştan qebûl nekir û min ji wan re got; ez miroveke birûmet im û gelê xwe nafiroşim. Piştî gotina min a min xwe fedayê vê doza kurd û Kurdistanê kiriye, ji bo vê ez mirinê bi serbilindî pêşwazî dikim, min dît ku ew Saddam girs çawa dîn û har bû. Dayê bi mirina min dê bi hezaran kurd hişyar bibin û ala me ya azadiyê her li ba be. Dema ez mirim ber nekevin, bila ji keziyên min al çê bikin."
 
Bi dengekî bilin 'Kurdistan'...
 
Leyla Qasim bêyî dadgeha qanûnî bi cilê wê yê kurdî di saet 07:00’ê sibeha 12’yê Gulana sala 1974’an de tevî çar hevalên xwe hat bidarvekirin. Leyla dema darvekirinê de bi dengekî bilind peyva “Kurdistan” dibêje. Bi vê yekê têkoşer Leyla Qasim ji hemû jinên kurd û tevahî Gelê Kurd re dibe mînak. Leyla li goristana Geliyê Selam ê bajarê Necef dûrî war û malbata xwe hate veşartin.
 
Navê Leylayê belav bû
 
Piştî şehîdxistina Leyla Qasim, bi sedan keçên Kurdistanê navê wê rakirin. Leyla bû sembola berxwedana jinên kurd, wêneyên wê li mal, sazî û peymangehên kurdî hatin daliqandin. Giyanê têkoşer Leyla di berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê de tacîdar dibe, heta niha jinên kurd berxwedan û têkoşîna Leyla mînak digirin. Gotinên Leylayê jî dibin sedema têkoşîna jinan. Berxwedana wî belav dibe. 
 
Porê Leyla û Jîna 
 
Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Mexmûr û Rojhilat... 48 sal piştî darvekirina Leyla, rejîma Îranê pora Leylayê ya bi ala sembolîk dike hedef. Di Îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emîn bi hinceta porê wê xuya dike dike hedef û îşkence dike û di encamê de Jîna jiyana xwe ji dest dide. Porê Jîna li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê bi taybetî li bajarên Rojhilat û Îranê hejand. Porê jina kurd a ku ji Leyla heta Jîna ala lê hatiye xistin, bi mezinkirina têkoşîna azadiyê siberojê ava dike.