ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 11 Gulan 2023
  • Rojev
 
* Di ser qetilkirina Leyla Qasim ku di têkoşîna azadiya jinên kurd de bû sembol, 49 sal derbas bûn. Pora Leyla ya ku beriya kuştina wê digot, "Dema ez bimirim xemgîn nebin, bila ji keziyên min al çêkin" niha jî bûye ala serhildana "Jin jiyan azadî" ya ku ji Rojhilat heta Rojava belav bûye cîhanê. PORTRE 
 
*Jinên navçeya Cizîrê destnîşan kirin ku ew ê ji bo bidestxistina mafên jinan û azadiya girtiyên siyasî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û banga xwedîderketina li sandoqan kirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Kongreya Star Sûad Hesen têkildarî êrişa zayendî ya serçeteyekî girêdayî dewleta tirk a li hemberî zaroka 10 salî banga piştevaniya gelê li Efrînê kir û got:"Em weke jinên Efrînê li Helebê piştgiriyê didin hemû jinên me yên li Efrînê û em ê her tim ji bo wan bibin destek. Her wiha banga me ji hemû jinên Efrînê re ew e ku serhildana xwe bidin dewamkirin heta ku em bikaribin vê zihiniyeta mêrê desthilatdar ji nav xwe rabikim." DÎMEN HEYE
 
*Ji bo berhema Rabûna Berî li Gulberojan jî kelecaneke veşartî û piştre da der û dawiyê di dil de mezin bû, derket pêş. Ev kelecan û kêfxweşî jî herî zêde di bîbîkên kesên tabê dixwin, kedê didin de diçirise. Ew bîbikên berî li ronahiya sibehê û qet hêvî jê kêm nabin. JI PÊNÛSA JINAN 
 
*Ji hilbijartinan re demek kurt ma û jinan diyar kirin ku ya ku vê pergalê biguherin jin in.  Jinan diyar kir ku divê Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyete û denge jinan li meclîsê xurtir derkeve ji ber vê piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk. BI DÎMEN 
 
*Namzeta Partiya Çep a Kesk Derya Hezer da zanîn ku pêvajoya hilbijartinê de îdiayên wekê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatine kirin, bi armanca dengên Kurdan bigirin tên kirin û gelê Kurd dizane ku tecrîd bê navber didome. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Kadikoya Stenbolê dijîn diyar kirin ku ji bo aştî û azadiyê wê dengên xwe bikar bînin û AKP-MHP’ê bişînin. BI DÎMEN 
 
*Jinên Stenbolê bertek nîşanê polîtîkayên tecrîdê dan û diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan e. DÎMEN HEYE
 
* Endama Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Karasetê û Mor Çati Kubra Karagoz diyar kir ku li herêma erdhêjê tu mekanîzmayên der barê tundiyê de pêk nayên û berê jinan didin saziyên jinan. BI DÎMEN