Saliha Aydenîz: Em ê govenda azadiyê bigirin

  • 20:51 10 Gulan 2023
  • Rojane

MÊRDÎN – Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gund û navçeyan xebatên xwe didomîne.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di serdana gundan de destnîşan kir ku gel biryara xwe daye û got ew ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigirin. 

 
Ji hilbijartinên giştî û serokomariyê ku 14’ê Gulanê de pêk tere demek kurt ma. Li Mêrdîn û navçeyên wê  Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bi coşek mezin didomîne. Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk û endamên partiyê  bi wan re serdana gundên Têznê û Banqîrê ya navçeya Şemrexê kir. Welatiyên gund bi coş û kelecanek mezin şandeyê pêşwazî kir û gotin “serkeftin ya me ye.” 
 
‘Ji bo Gelê Kurd ev dem gelek girînge’
 
Heyetê li gundê Têznê axaftinên kurt kir. Destpêkê de Ahmet Turk axivî û anî ziman ku ji bo pêşeroja Gelê Kurd û azadiyê xebatek gelek dîrokî hatiye meşandin û got ev hilbijartina îro jî ji bo Gelê Kurd û azadiyê  derfetek mezin e. Ahmet wiha domand: “Ji 10 salan, 20 salan carekî fesendek wiha nakeve destên me. Em dixwazin gelê me ji bo Partiya Çep a Kesk hemû dengê xwe bikin yek û biçin ser sindoqan. Em vê zilmê bi dawî binin. Armanca me ew e ku ev zilm bi dawî bibe. Ev desthilatdarî bê gûherandin. Ji bo pêşeroja Gelê Kurd û azadiyê ev demeke gelek girînge.”
 
‘Em ê li her derê govenda azadiyê bigirin’
 
Piştre Saliha Aydenîz axivî û wê jî da xuyand ku li cihê ku jin bi rêxistin bin û pêşeng bin wê demê ew civak jî pêşenge û ber bi azadiyê ve biçe. Saliha, bi lêv kir ku Gelê Kurd ji bo hilbijartinê biryara xwe daye û wiha pê de çû: “Lê belê pêwîste bi hevre tiştek bê gotin. Partiya me Partiya Çep a Kesk e û dara jiyanê ye. Dara jiyanê ji bo pêşeroja azadiyê Gelê Kurd û jinê pêwîste em zêdetir şîn bikin û mezin bikin û xwedî derbikevin. Em bawerin hûnê mohra xwe bin darê bixin. Her wiha divê em xwedî jî derbikevin. Ev îktîdar dixwazin bi lîstokên xwe yên qirêj dixwazin ser dengan bilêyzin. Lê belê em zanin ku jin, ciwan û gelê me xwedî sindoqan derbikevin. Parastina deng û pêşeroja xwe bikin. 15’ê Gulanê de jî ji bo em bi hevre azadiyê ava bikin em ê wê rojê bibînin. Em ê li her derê govenda azadiyê bigirin.”
Piştî serdana gundan bi tevlîbûna Salihayê re li navçeya navendî serdana esnafan hat kirin. Piştî serdanê bername bi dawî bû.