Sebahat Tuncel: Erdogan wê bi saya Kurdan biçe

  • 19:25 10 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE- Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel di doza Kobanê de mafê axaftinê girt û wiha got: “AKP 20 sale desthilatdare û sedema vê Kurdin. Pêvajoya çareseriyê de Kurdan pir şans da lê îro wê Erdogan bi saya Kurdan biçe.” 
 
 Danişîna 25’emîn a Doza Kobanê di roja ewil de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Dadgehkirin ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Gelek parêzer danişînê dişopînin. Hin siyasetmedaran anîn eywana danişînê hin siyasetmedar jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGÎS) beşdarî danişînê kirin.
 
‘Erdogan wê bi saya Kurdan biçe’
 
Sebahat Tuncel di runiştina dozê de parastina xwe kir.  Sebahatê diyar kir ku mutala wê  ji aliyê serdozgeriya  dadgerî û parêzerên qesrê ve hatiye amadekirin û wiha got: “ Di vê dosyayê de Kurd aliyeke dewlet aliyeke. Hemû saziyên dewletê jî li vir muştekîne. Dema em van kom dikin ev dertên holê. Mijara esas a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurde.  Hun çawa nêz bibin wisa ye. Sedema desthilatdariya 20 salan a AKP’ê Kurdin.  Tiştekî wek Karîneya Masumiyetê heye. Dema ev bê binpêkirin dijminahiy aKurdan tekirin. Reklama xwe jî li ser em Kurdan çawa bikin dikin. Bi ÎHA û SÎHA’yan van dikin. Vê li ser kê bikar tînin. Li ser Kurdan bikar tînin. Ji ber vê winda dike. Ji ber vê dibe sedema krîzê. Çim abi Rojava re pêvajoya aştiyê nameşîne.  Di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an de dît ku texta wan winda dike. Axaftinên meclîsê li ber me ne. Li Tirkiyeyê 30 mîlyon Kurd hene.  Daxwaza van welatiyan nayê dîtin. Kurd dikarin serbixwebûnê bixwazin. Tu daxwaz bi terorîzmê re nikare bê girêdan. Dozger ev di mutalayê de nivîsiye.  Gelo ji ber dozger ev nivîsiye wê Kurd dest ji daxwazan berde. Em bi nêzîkatiyeke ku hişê xwe winda kirine re rû bir rû ne. Hemû Kurdên dijberê Erdogan terorîstin. Welatî ji ber Kurdin dibin terorîst. Ya ku nîjadperestiyê dike AKP bixwe ye. Sûc dike. Li dijî civakê sûc dike. Li dijî civakê sûc dike. Ev rewşek bi xetere.  Divê hinek pêşî li vê bigirin. 14’ê Gulanê di vî alî de pir girînge. Guherîn tenê bi sindoqê nabe. Tayyîp Erdogan dixwaze rejîma xwe mayînde bike. Ji ber vê divê gelê me li dijî dijminahiya Kurdan biçe denga xwe bide Kiliçdaroglu. Pêvajoya çareseriyê de Kurdan pir şans da lê îro wê Erdogan bi saya Kurdan biçe.”