‘Gelê Kurd wê hêza xwe di sindoqê de nîşan bide’

  • 18:49 10 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji hilbijartinan re demek kurt ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber didomîne.
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xweyên hilbijartinê de li her derê bê navber xebatan dimeşîne. Li Colemêrg û Muşê hevdîtinên gel pêk hatin. 
 
Colemêrg 
 
Li navçeyên Gever û Şemzînan a Colemêrgê hevdîtinên gel pêk hatin. Namzetên Colemêrgê Vezîr Parlak, Oznur Bartin, Onur Duşunmez, parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û gelek kes tevli hevdîtinê bûn.
 
Li Şemzînanê hevdîtina gel pêk hat û gel li ber buroya hilbijartinê hatin gel hev. Gel bi coşeke mezin payîtî pêşwazî kirin û dirûşmeyên ‘wê serkevin’, ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
 
Li Geverê jî hevdîtina gel li ber buroya hilbijartinê pêk hat û bi hezaran kes di hevdîtinê de hatin gle hev û govend gerandin. Namzet Onur Dunuşmez axaftinek kir û diyar kir ku wê hilbijartinan qezenc bikin û govenda azadiyê bigerînin.
Namzet Vezîr Parlak jî daxuyakirin ku gel tevî hemû zext û zordariyan xwedî li îradeya xwe derkevin û got wê ev pergal biguhere. Vezîr wiha vegot: “Em ê bibin denge hemû bindestan. Dawiya desthilatdariya AKP’ê tê. Ev hilbijartina hesabpirsinê ye. Gel wê hêza xwe nîşan bide û biserkeve.” 
Piştî axaftinan girseyê govend gerand û bername bidawî bû.
 
Mûş
 
Li Mûşê namzetên Partiya Çep a Kesk bi konvoyê li nav bajêr geriyan û hevdîtina gel li dar xistin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Mûşê Sezaî Temellî, Sumeyye Boz û Serhat Dûrsûn li bajêr bi konvoya wesayîtan geriyan û paşê li ber avahiya HDP’ê ya Mûşê hevdîtina gel lidar xistin. Gelek welatî tev li şahiyê bûn. 
 
Namzet axivîn û destnîşan kirin ku tekane rêya alternatîfê Çep a Kesk e û ew ê li Mûşê AKP’ê têk bibin û navê wê ji wir paqij bikin. Namzetan da zanîn ku dê gelê Mûşê div ê hilbijartina dîrokê de hêza xwe id sindoqan de nîşan bide û dê gelê kurd bi ser bikeve. Namzetan destnîşan kir ku îktidara AKP’ê ku dijminatiya kurdan dike dê di 14’ê Gulanê dê hilweşe